Hêro Mustefa; Bendeman helbestek pir agire

Loading

Hêro Mustefa
Hêro Mustefa

Destê minê rastê
Bi destê çepê girt
Wek dû
Xweşk û bira
Ez di nava wan de
Hemezek bûm
Dil
Hest
Ken
Xawin
Û tev
Laşê xweyê keçkanîyek nû bûhar hemez dikir
Tu di berbanga helbestek
Payîzî de hatî
Hezkirina te
Bû pêtî
Bû agirê dojehê
Awerên te
Cixara te
Bihna bedena te
Hest û hestirên te
Li min bûn
Zaroyek sêwî
Li ber derîyê peristgehek bê xwedî
Min destê xwe vekir
Bûm wek hezretê îsa
Tev keçkanîya xewnên min
Jibo hemêzkirna te
Min kirin qurban
Gelo ma ez çawa jînek bim
U bi hestirên
Sêwîyek evîndar
Hestên xwe bikujim
Te ji bîr bikim
U
Xwe hemez bikim
Arê canim
Ji wê rojê de
Destê min bi tere
Nalînên te bi min re
Hestên min bi tere
Bendemana te bi min re
Kenê min bi tere
Hestirên te bi min re
Ez tevde bi tere
U tû bi kêre
Ez nizanim
Ez nizanim

مافی بڵاوکردنەوە بۆ نوسەر و کولتور مەگەزین پارێزراوە! ڕێنوس و خاڵبەندی تایبەتە بەنوسەر خۆی.
مافی بڵاوکردنەوە بۆ نوسەر و کولتور مەگەزین پارێزراوە!
ڕێنوس و خاڵبەندی تایبەتە بەنوسەر خۆی.