Ew,mercaneke beriqî bû. Ji nav rêşiyên himawiya rozerînî, bi dilopek xwîsiyê re,
li siharek pîroz bariya bû. Durdaneyek nebînayî,xweşikahiyek zîvînî, ji çirûskên
çavê deryayan weşiya bû.
Paşî xwe ne girtibû, mîna dengekî netebitî, di guhê newalên bêkes de olan dabû.
Weke rengekî hişîn, li sînga çiyayekî asê vedabû.
Di birîndariyeke xwe ya bêaman de,çûbûm min ew ji nav qaşulê dilê çiyayekî sedef,
ji êşa xwe re anî bû.
Min soran ji dêvla dermên ve, ji kedera xwe re ji dayika wî çiyê deyn kiribû.
Soran kevirekî mercanê bû, di gustîlka tiliya emrê min de razayî bû.
Qalçîçekek bi şemil, bê av û mal , li nav xewnên min î bêderew pal da bû.
Gakoviyekî bê xezal,
Li ser baskên hewarê,
Nûnerê nifşê bahozê,
Hêvîdanka bermayî yên talanan bû.
Û ew pelika zêrîn bi kofiya çiya ve bû.
Îcar niha tu mişextî kîjan xemê yî Soran?
Stêra şeva kîjan koma bê navnîşan î?
Te emanetî axê nakim. Ku dilopek ji laşê te bi niqutê nav devê çeman,
Ez ê ji destûbiratiya avan jî bikevim.
Bila gul û dar, ji ser xwîna te mezin nebin. Ez ê her dû çavên wan ji şîniyan
birijînim.
Bimeşe ber bi kendalan, xem nakim ez. Ji dervî tenêbunê tiştekî bi xwe re nabim
nav êvaran.
Hêvî hercar xapînokeke bêar e. Nizam, belkî ew zemanê evînê ku em tim li bendê ne
rojekê werê.
Belkî, di salnameya me de jî dema evînê bê nivîsîn carekê.
Belkî ew zaroyên me yê di xweşkahiya hebhinarkan de, di hêkên xeyalan de êsîr
nemînin.
Belkî?…
Emanet ha!
Bila dîsa jî veger werê bîra te. Ma ne ez jî bi ferşikê çiyê mezin bu me.
Ji vî dilê min î kendalî wê de neçî ku tu bi terpilî tu yê bimrî Soran.
Ku tu bimrê ez ê bibim neyar bi diya xwe re, bi hemî zeviyan re, bi behar û zozanan re, wê lêvên min hew bihingivin ruyê axê, ez ê mirina te jî maçî nekim…
Va ji te re dibêjim,
Ku heyvê pirsî emrê te, ez ê nebêjim demsalek.
Ez ê nexwazim bêjim:”Tenê payîzek…”
Ehdekê bide min soran.
Tu yê ne westê ne?
Ku te temê xwe li mirinê xira kir
Min kulîlka mişextiyan û şevên payizan bibe ber dilê xwe.
Min qewêtî li xecxecokan kiriye, ku tu cemidî, ew ê werin xwe bidin ber dilê te.
Lê bi serê Beytik û Nêrgizan kim, ku tu bêjî hew dikarim: Ez ê dîsa werim pişta xwe bidim ya te…