Helbestvan û pexşanenivîsa elman, Francisca Stoeklin, ji bavekî bazirgan “Niklaus Stoeklin” (1859-1923) û dêyeke malmezin “Geovefa Fanniy Müller”, ko navê Stoeklin jî piştî şokirinê hilgirt (1859-1939), di 11.09.1894an de, li Basel ji dayik bû. Birayê wê Niklaus (1896-1982) hunermendekî şêwekarî bi nav û deng bû. Francisca dixwest zû ji mala bavê xwe bireve. EW yeke xwedan baweriyên taybet bû û nedixwest di bin darê dê û bav de bimîne. FRancisca, dixwest bibe hunermend. DI sala 1914an de, bi birayê xwe û hevala xwe Getrud Burkhardit re, berê xwe dane Münichen. WÊ li wir gelek hunermend û nivîskar naskirin, ji wan Karl Wolfiskehil, Johannes R. BEcher, Hugo Ball û Emmiy Henningis. DI wê demê de Münichen metropola hunermedan bû. LÊ dema cenga cîhanî yeke dest pêkir, vegeriya Swêsra, welatê xwe. DI sala 1920an de, bi xwedanê weşanxanekê re, Harry Betiz, şolkir. DI gel ko rewşa wan nexweş ya aborî nebaş bûbû, lê gelek geşt pêk ve bo Berlin, Paris, Münichen dikirin. PIştî berdana wê, di sala 1925an de, ji mêrê wê, rewşa wê nexweş bû û salekê di nexweşxaneya Clara-Spital li Base, ma û di 01.09.1931 ê koça dawî kir.
Berhem ên wê yên hatin weşandin:
Helbest, Bern sala 1920an
Berê sitranê, Zürich 1925
Giyan
Binere, giyanê min kevokek e,
Wisa peran li bask dide û spî û pirtik nerim.
Mişt nazenîn û bawerî.
Peyambera roniyê di mîrneşînê de.
Û giyanê min wek kevî,
Cihê giyanên xerab, tarî xwe vedişêre.
Belê dixwaze wêneyê wê bêkêmasî bin
Kevok, ya bê êş û guneh.
Gul
Ez di êşê de û taya rûsariyên.
– li wir mirovan gul danîbû ser textê min –
Rondikên min ji xweşiyê dibariyan,
Mîna min gul di jiyana xwe de qet nedîtibe.
Min bêhna wê vexwar, destê xwe di ser re dibir,
Û wisa kêfixweş, ko di evînê de winda dibûm.
Êdî min bi zanebûn û hayedarî ew zeft kiribû.
Êdî wê di nav destên min de şax da.
Di Xewnê de
Ez li hespekî reş siwar bûm
Li dirêjahiya şevê.
Çi hizra min tune bû,
Ko weha serberzî û xemgîniyê bike.
Ez xortekî asilzade bûm,
Bergên zêrîn li ber min bûn.
Belê xweşiya dewlemendiyê stêrik bûn.
Wan nikarîbû min bihedinînin
Min nizanîbû, ji kû ve hatim.
Min nizanîbû, berê siwariya min bi kû ve ye.
Tenê min dizanî, êş nedihate pesindan.
Kuç û dar, bêgane bûn li derûdora min.
Û cil ên min yê giran
Qerisî bûbûn mîna meşkekê.
Min navê xwe nema zanîbû,
Cihê qesra xweşî vexwaribû.
Seyirbûn ji dûr ve bo min xuyaye,
Û xewr dibe.
– carekê min bi mirovan re jî
Azar û xwe? –
NIha ji xwe biyan im û wek hespê xwe
Bê nal im.
Bo Evînê
Hemî li te digerin
Tu li her derî sist dikî.
Ji hezar çirisînê xwe vedidizî
Ji qermîçên ruyê xwe.
Lê tenê kêmtir
Tu hêviya didî,
Rojên xweş, zelal.
Gul dilovaniyê bi te re dikin,
Giya şerim dike,
Perwan bilind û gerim difirin;
Kovîbûna ba
Û derya herdem xwe diguherîne.
Tu ronahiyê didî
Ji çav ên mirovan,
Yê dilbera xwe
Himbêz bike,
Bilindî asîmanê bi stêran xemilandî dibe.
Di giyanê dilerize
Li devereke nêzîk
Di nav mirin û jiyan de diçe û tê.
Sitraneke Payîzê
Havîn disotîne
Di belgên xwînî û tirî de.
Hîn careke din dipişkuve
Baweriya rojê.
Oh evîn, têr bike,
Mirov, cinawer û daran!
Ev hemî,
Di xewnê de dibawişkin.
Hîn bilûrvan
Ahenga kevin digêre.
Ordeke bi tenê
Di cokek sar de.
Diherrike û diherrike,
Pirtikên diçirisin,
Niha gulên bênirx.
– Ma wê Leda careke din were -?
Oh evîn, têr bike,
Mirov, cinawer û daran!
Ev hemî,
Di xewnê de dibawişkin..