Tengezar Marînî

Tengezar Marînî ; Yazehok


Loading

Derwaze:
Di geryana li nav cîhana toreyê bi giștî û li helbestê bi taybetî de, pêkolê dikim wan nûbûn û hûrgiliyên nû peyda dibin, bixwênim, bidim berhev, șirove bikim û li gor nêrîn û zanîna xwe ya kêm, ya baș derbixim û bînim li nav warê guftûgoyê.
Zimanê kurdî û helbesta kurdî ya bi vî zimanê șêrîn tête nivîsîn, para herî mezin ji dema min dibe. Gelek caran em rastî hin nivîsan dibin, ko balê berbi xwe ve dikișînin, bêyî ko em gelekî serê xwe bi navan biêșînin.
Li bîra min e, dema min hinek ji helbestên xanim Gewher Fetah xwendin, hinek lêkdan û hevok û
Gewher Fetah
Gewher Fetah
hestan bala min bi ser xwe ve kișandin, lê min xwe ragirt û xwest bizanim, aya eve ji bingehekê têt, an jî tenê behre ye û bêxwendin e?
Ez, di șopîna xwe de, li dor wan helbestên wê xanimê rastî zimanekî petî, hestên dûzankirî, hunerekî bi endaziyarî û wêneyê bi zîrekane vedihûne. Ez ji xwendevanan venașêrim, ko min seyr, matmayîn û hezkirina xwe ji helbestên wê re derbirîn. Lê di wan derbirîn û têbîniyan de, tenê min ser șêwazê nivîsîn û hunera bikaranîna helbestê  nivîsiye.
Wek min di destpêkê de, amace pêkirî, ko ji dema min helbestên Xanim Gewher xwendin, min taybetmendiyek tê dît, ko di ziman û guherîn û yariyên wê de, liv, dînamkîyet, nûbûn û cudahiyek ji nivîsên din hene. Vê têbîniyê wisa li min kir, ko ez herdem bi çavên ravekirinên rexneyê berê xwe bidim wan nivîsan û hêdî hêdî, di bin her helbesteke wê de, min têbînî û koment dinivîsîn. Ev tê wê wateyê, ko ez herdem bendewarê nivîsên wê li ser rûpel û blogên Facebookê bûm.
Helbest, li nika Gewher Xan û li nik zorbeyî helbestvanan, derbirîna wê kêlîka mirovane ye, ya dihingive sinorên pîroziyan û wan diherifîne, parçe dike û bi șêweyê xwe dide hev, vedihûne û rêz dike. Di nav vî bûnewerî de, ko jê re helbest tête gotin, ziman alavê sereke ye û ziman li nik Gewher, bi hêsanî tête semayê û qada vê semayê, neherdem zelal e, dibe carcaran tem û mij be û pêdivî bi xwendineke cuda û bi alavên cuda be, ta bête ravekirin. Di helbestên xwe de, xanim rastî û xewnê, realîte û xapandinê bi șêweyên xwe dirêse û gelek caran derveyî dibistanên heyî ne.
„Nivîsin, êrîșa berdewam  li dijî ziman e. Helbest, derbirîna kêlîka aloz e. ziman di helbestê de, hilgirê nasnameya wê ye, li ber dergehê dîrokê.“ Zanista rexneyî, di navbera Tiyorî û praktîkê de, r. 92, Tenegezar Marînî, 2014, ji weșanên êkîtiya nivîserên kurd-Duhok.
Bo nimûne:
Ez,
sîbera sirûda
agirê buhara
sinorekî nenas im.
Li ber dijwariyê
ardûyê kulîlka
sernixwîn im.
 
Zimanê vê helbestê û teknîka avakirina wêneyan e. Ev herdû wêne cîhanekê ji helbestvaniyê li ber çav û xeyalên me radixin. Wêneyê, hișmendî û realîst pêk ve mirov dibe dûr û dihêle ew mirov xwe ji bîr bike. ko vegere.
„Ew agahiyên zimanî nikarin hermeneutîka poetîzmê mîna serederiya di gel axaftinê bêne têgehiștin. Vekolînek ya rewișta  ziman beramber tiștê heyî, dibe pêdiviyeke zimannivîsandinê an jî șirovekirina zimantêgehiștinê. Ew li gor Phenomenolojiyê= zanista diyardebûnê- ko ji serpêhatiya xwêner destpê dike û diyardeyan șirove dike“ 1.Literatur theorie I, Horst Turk, Wx., VR, R 34.
Di warê poetîzima helbestê, ziman, wêneyên helbestî, ciwaniya helbestê, xwendinên cuda, çêj û ciwaniyên piralî di nav helbesta helbestvana hêja Gewher Fettah de, dikarin bibin mijara pirtûkeke rexneyî û nifșên niha û nû dikarin sûdê jê werbigirin, ji ber serederiya wê, di gel helbestê, di gel ziman û di gel avahiyên helbestê cuda ne û taybetmendiyeke wan heye, ko xwêner nikare wan bi alavên xwendinê yên heyî çavên xwe bidiyê.
Lê tișta ez seyr û matmayî hiștim, bikaranîna “Yazdehokan “ bû.
Yazdehok çi ye? Ev nav çima bi xwe ve girtiye? Ji kû hatiye? Di çi metologiyê de hatiye? Etymologiya wê çi ye?
Dîroka wê di toreya cîhanî de?
Em ê di vê nivîsa xwe ya li dor Yekemcar nivîsîna yazdehokan bi kurdî ji hêla nivîskara me ya kurd Gewher Fetah ve hatiye nivîsîn bibînin.
Min nizanîbû Yazdehok hene an jî nînin, lê di serpêhatiya xwendina min de, di warê metolojiya cîhanî de, min di metolojiya rojava (Bakurê Europa), dîtibû û dema min ew 11 peyv yê li ser 5 xêzan de belavbûyî dît, hișê min berbi metolojiyê ve çû û vegeriyam li kolan û xeparê. Evî șêwazî, ez dehef dam ser xwendinê, lêgerînê û lêpirsînê.
Çi girêdana 11hokan bi wê metolojiyê ve heye? Ew Metolojî çi ye? Li kîjan cihî, li nav kîjan miletî rûdaye? çi bi xwe ve hilgirtiye?
Jêdera vê têgehê:
Ev peyv 11, bi Engilîzî, Eleven, bi elmanî, Elf û ew peyva (Albe, Elben) jî heye, nîșaneke ji bo komeke hemereng ji wan bûnewerên efsanwî di nav metelojiyayê  û toreyê de.
Ev Elfen, an jî yazdehok, bûnewerên xwezayî ne, yên pașmayên wan ji metolojiyên bakûr hatine. Navê wan kevinên álfr, an jî alb, bi engilîziya kevin, ælf bi zimanê danîmarkî, bi Kymriș an jî Wals Elve; an jî Ellyll û bi Irlandî jê re dibêjin Ailill. Wikipedia Elfchen.
jêdera vê peyvê hîn zelal nebûye. Wate du formên wê hene, yek ji wan albaz û ya din albiz. Bêguman ev herdû peyv jî bi têgeha wê ve, alb girêdayî ne, an jî tête texmînkirin, ko wisa be.
Eger em li șaxên wan bigerin, bêguman, em ê gelek wateyan bibînin, ko ji hêlekê ji hêlan ve, bi metolojiya Indoeuropî ve girêdayî ye. Di elmaniya kevin ya bakûr de, peyva elbiz, di latînî de peyva albus, wate spî tê. Di indogermanî de, peyva albh, wate çirisîn, wate spî, bi wateya roniyeke geș, an jî mijeke spî.
Dibe ev reng, șêweyek ji laqirdiyên germanan yên kevin bin, lê di sedsala 18an de ev peyv cihekî xwe di derûnasiyê de girt û li șûna xewnên giran, kabûs, șevpestê hate bikaranîn û di Engilîzî de jî ev form rûdan, lê ne di elmanî de û ne di engilîzî de nebûn diyarde.
 
Yazdehok di Mîtelojiya de:
Ev 11hok, herdem di dîroka xwedayên sikandînaviya de dihat  û  bi taybetî Snorra-Edda, û dîlana li ber wan ko 11 kes bûn û girêdana vê yekê bi zaynda xwedayê wan Asen re dihate bikaranîn. Ev jî di salên 1220an piștî zayînê de.
Peya Alb, an jî Alfa, ko 11hok li beramber wan tê wisa dihat:
 ása ok alfa                                                     Asen û Alb
er hér inni eru,                                     yên hunduru ne,
manngi er þér í orði vinr                                  bi nebașî li ser te dipeyivin
Di Snorra-Edda  navên bihêz, cuda û xwedan helwest di nav yazdehokên ronîdar-û tarî de, derdikevin.
„Sá er einn staðr þar, er kallaðr er Álfheimr. Þar byggvir fólk þat, er Ljósálfar heita, en Dökkálfar búa niðri í jörðu, ok eru þeir ólíkir þeim sýnum ok miklu ólíkari reyndum. Ljósálfar eru fegri en sól sýnum, en Dökkálfar eru svartari en bik.“ Encyklopedia Elfchen
„Ev ew cih e, welatê yazdehoka ye. li wir gel bicih dibe, navê wî yazdehoka ronahiyê ye. Yazdehokê xerab, li jêrzemînê dijîn û cudahî di nav wan de heye. Eger em li mîtolojiya Mezopotamiya jî binêrin, em ê bibînin, ko Iștar jî, xwedaya jêrzemînê ye, dema devê xwe vedike û li wir, li dijî Merdox șer û cengekê  vedike.“
Ev Yazdehokên ronahiyê ji rojê bedewtir in, lê yazdehokên tariyê û bedbextiyê ne.
Wek di metolojiya de, diyar dibe, ko ev yazdehokê hêla wê ya neyênî û ya erênî jî heye. Di helbesta efsaneyî ya elmanî de, ya bi navê Nibelungenlied= Stranên koman, lehengên wê mezin û bihêz diyar dibin. her wisa jî di efsaneyan de, mîna Wîland yê hesinker de, serkêșê komekê tê û bi hêz dibe û desthilatê werdigire, eve jî Newroz û Kawa têne bîra xwendevanî.
Ev șêwebawerî, hîn jî li Island mîna parastineke olî bikar têt û navê wê Huldufólk, an jî Álffablót.
Di deqê wan yên gelerî de, stûnekî bikar tînin, ew jî 5 hevok in. Em ê forma Yazdehokê bibînin, ku 2 stûn heye 1. 11 peyv in . 2. 5 Xêz in. Li vir, 5 xêz, an jî 5 hevok in.
Bo nimûne:
 „Dema ew hate hewșê. kebaniya malê li ber derî bû, got, ko nabe tu derbas bibî, niha li vir 11 qurbanî amade ne.“ Heimskringla. Saga Ólafs hins helga Kap. 91, ji Ensklopêdiya efsaneyên bakurê Europa
Alfheimer= Yazdeh welat, di mîtolojiya bakurên kevnar de, ko nivîskar Snorri Sturluson, vî welatî, welatê yazdehokên ronahiyê binav dike. Ev qesra Freyr ye, ko yek ji qesrên xwedayî yên Asgard, li keleha xwedayan in.
Fantaziyên Yazdehokan li nik Tolkînan (Alfá)
Peyva Alfá, elben, an jî Quendî, peyveke herdemzindî  û nemirî ye li nika qewmên Tolkînan (eger neyête kuștin).
Di Pirtûka ( Sprache und Schriften in Tokiens Welt= Ziman û nivîsîn di cîhana Tokien de), dide diyarkirin, ka bi çi hezkirinê ew milet, dixwazin zimanê wan, bi hemî tîtal û rê û resmên xwe re, bêne veguhestin bo nifșên li dûv wan. Li nik Tolkien e, pișt didin regezên mîtolojî, fîlosofî û lahûta xiristiyanan û yariyên hizrî. Lê li dema nû, ev șêwe yazdehok =Elf, an jî Elves, civakkirina vî têgehî dike, berev eqarê xaniyekî ji gulan, xweșî û herdemzindî ve bibe. Wek peyv tekane, Elb. Elve û piranî Elben an jî Elves .
Eve wisa, li dor hatina vî têgehî û niha em werin û lêbikolin, ka ev șêwe çawa hatiye? Kî bikar aniye? Çawa bi kar hatiye? Helbestvana me ya hêja, çima û çawa derbasî edebiyata kurdî/ helbesta kurdî kiriye? Çi nûbûn tê de kir?
Yazdehok:
Ev șêwaze helbest ji navê xwe diyar e, ko 11 in.  Helbesteke kurt e, mînî formal e.
Lîstikek zimanî ye, ji hêlekê ve, pêdivî bi gelek tîrbûna hizir ve heye û ji hêla din, teknîkek hêsan e. Ev șêwaze, ne asê û aloz e, lê azadiyeke bêhempa dide nivîskarî/ê. Eger nivîserê yazdehokan jîr û șareza be, di warê ziman, hunerê darijtina peyvê, belavkirina wê, huner û șêwekariya wê de, dikare asoyên berfereh û fezayên toreyî ciwan veke.
 Yezdeh peyv in, li ser sê xêzan têne belavkirin.
Merc nîne, ko bi rêzbend û terazû bin, lê dikarin jî bi rêzbend û terazû bin.
Ev gelekî kêm tête bikaranîn. Bêhtir ji wan yên bikar dianîn, gencên sinêl bûn, ko nameyên kurt yên evînî, ji evîna xwe ya yekem re rêdikirin. Lê ji çarçewa dibistanê jî derneket. Ew dibistanên sernavîn re rahêne li ser dikirin.
Bo nimûne, ko yek xort were ji bo qîzika yara xwe binivîsî:
Gerimahiya
dilê te
nazikahiya hestên te
noșîna lêvên te sor
gerim
Yazdehok, kurtehelbestek e, qalib û durvekî wê destnîșankirî heye. Ji peyvê diyar e, ko 11 peyv in, li ser pênc xêz û xetan belav dibin û li gorana zîrekiya nivîskarê/î tête xemilandin.
Dîroka nivîsîna vê Yazdehokê:
Weke helbest, ne dûr û dirêj e. Ew vedigere sala 1980iyan, li bajarê Amsterdamê, li welatê Holanda, ko komek nivîskar, cara yekem, di kovara „ Taaldrukwerkplaats“, weșandin û belavkirin û deng êdî hew hat, ta sala 1988an, li bajarê Aachen ê, li Elmaniya, Workshopek bi navê Nivîsîna dahênane“ kreatives Schreiben“, ji hêla nivîskar Jos Von Hest ve, hate li darxistin. Ev Workshop jî, di zimanê elmanî de, bo beșê perwerdeyê hatibû çêkirin u lidarxistin. Di pey wê re, ev șêwaze, tenê bo nivîsên kurt, yên evînî û bo șagirtin dibistan û xwendegehên sereke hatine erkdan û ravekirin. Lê em, nikarin bibêjin, eve bûye diyardeyek, rêbazek an jî dibistanek, mîna Klasîzim, Impresîzim, expresîzim, zîmbolîzim, Dada îzim  surrealî û abstraktê. Lê gelo wê helbestvana me ya kurd, vê destpêșkeriyê ji destê rojhilatê derbixe û bike diyarde û dibistan, diviya bû, em hinekî xwe ragerin. Lê dema nivîsînên wê yê vî șêweyî, 40 deq têper kirin, hinga min dizanî, ko vê helbestvana me ya em ê pê serbilind bim, bi zanebûn û bi pilan ev kare kiriye û min destê bi vê nivîsê kir û niha:
Şêweyê avakirin û nivîsîna YAZDEHOKÊ
Hindek erk, xislet hene, pêdivî ye, nivîskarpê pêgîr be wan derbas bike.
  1. 11 peyv ( daçek jî wek peyv hesêb dibe)
  2. 5 xêz û xet
  3. xêza 1 yek peyv,
xêza diwem 2 peyv
xêza sêyem 3 peyv
xêza çarem 4 Peyv
Xêza pêncem 1 peyv
Kîteya yekem:
Ew xêza yekem e, dikare, reng, deng (Rengdêr), hest be û dikare tișt, babet be, bo derbasbûna nav kurtehelbeste
Kîteya diwem:
Xêza diwem, pesinê peyva yekem dikare bike, dikare  tișt, cih. kesayetî, ko têkilî bi babetê re hebe, bibe.
Kîteya sêyem:
Xêza sêyem, dikare careke din rengêrên, an pesinên kîteya yekem bin.
Kîteya çarem:
Xêza çarem, ko ya herî direj e di kurtehelbestê de, li dor hizra nivîskarî ye. Ev carnan divet û carnan dikare, hizra nivîskarî be..Hinekî azadî di derbirîna vê kîteyê de heye.
Kîteya pêncem:
Xêza pêncem, bidawîhatina wan 11 peyvan e û dikare resúmé /encam be û dikare wek navnîșan be.
Yazdehok, bûnewerekî nazdar û balkêș e, carnan weke efsaneyeke biçûk diyar dibe, mîna pirpirîkekê, dema xwe bo gulê disotîne, wisa dibe xwedan wateyek. Ev newek her helbestekê ye û ne bi rêzbend û terazû ye.
Cudabûna Yazdehokan ji Haiku:
Eger rasteraste v pirse bête kirinê: Haiku çi ye?
Haiku șêwazek ji șêwazên helbestê ye, li Japonê diyar bû, ew jî di bin bandora ola bodistan de. Li ser sê xêzan belav dibe û ji ya herî zêde ji hivdeh/17 kîteyan pêk tê. Xêza yekem  buyereke ji derdora jiyana yê nivîskarî ya diwem hizir û ramanek e û ji nișkav tê  û ya sêyem wan buyer û hizran tert û belav dike.
Xêza yekem 5 kîte, ya diwem 7 kîte û ya sêyem 5 kîte.
Yê nivîskar buyerekê rasterast berev xwendevan ve dibe, ko ji hêla wî ve bête pejirandin. Zimanekî destnîșankirî konkret bi kar tê
„ șevek zivistan.
stêr xewnê diqurtînin
pênasîn ya min.”
 
Yazdehok: li ser pênc xêzan belav dibe, ya yekem Peyvek, ya diwem 2 peyv, ya sêyem 3 peyv, ya çarem 4 peyv û ya pêncem y1 peyv. Peyv çend kîte be, nexem e.
Ziman nekonkrêt e û dikare buyer be û dikare rewș be û dikare raman be. an jî zimanekî din be.
„Hêmin,
dilê te
îro sivik lêdide
dibû volkana çavên
welatî“ Gewhar Fetah
Gewher Fetah û Yazdehok:
Lê ya bêhtir bala min dikișand ev nûbûnên berdewam û zimanê ko Gewher bi kar dianî bû.
Dibe li nik hin xwendevana kêșe di têgehiștina tekstî de, peyda dibin, lê ya herî rast di baweriya min de, netêgehiștin di şêweyê avakirina deqê wê de ye, yên ji qalib û kategoriyên kevin derdikevin û dabirînekê di navbera xwe û tișta heyî de dike ava dikin  û caran di nav xwe, wek deqê doh û deqê îro de ava dike. Ev hemî li aliyekî û bikaranîna van YAZDEHOKAN li aliyê din.
Di karê Yazdehokan de, hinek durv û form yên nû bo me diyar kirin. Form û durvên Yazdehokan diyar in. Min ji xwedipirsî aya wê ev xanime vî șêweyê heyî, ko nebûye diyarde bihêle, an wê biguherîne?! Di bersiva xwe de, li ser pirseke min ji xanimê: Tu fêrî avakirina zimanekî taybet bi te û derbaskirina wêneyên hunerî, di nav helbestê de bûye. Tu dê li vir çi bikî? Xanima G. Fetah: „Ez dê bizavekê bikim, ko vî șêweyî di kurdî de cîgîr bikim û zimanekî din, bi asteyekî din û wêneyên din bikar bînim“.
Metod“Rêbaz“ ên șirovekirinê:
Eger mirov bi rengekî zanistî û di Metodên zanista toreyê de têbigihe û bixwaze berhemekî baș șirove bike, pêdiviye pala xwe bide wan metod û rêbazan, ko dikarin tekst bi giștî ravekin û ji hev belav bikin û dubare li hev bidin. Ew metod û rêbaz, eger tenê navê wan jî be, dixwazim bo xwêneran li jêr binivîsim:
  1. Metoda erênî“ Pozîtîvê“: ev ji dema fîlosofê ferensî Auguste Comte (1798-1857), ko damezirand bû rêbazek gelekî giring û ji felsefê derbasî, toreyê, ragehandinê û derûnnasiyê bûye. Di pey re fîlosof û tiyorîzanê nemsawî Ernst Mach (1838-1916) fereh kir û yekîniyên biçûk yên fîzîk û derûnasiye têkilî felsefê kirin û bi șêweyekî ji șêweyan, li ser bingeha dualîzmê, hemî heyok gihandin hev: Derûn û fîzîk, Disiplîn û raman, zanista xwezayî û ya hizrî, jiyan û kar. Mach di felsefa xwe de, behsê Functionality= karkirin diaxive
  2. Metoda dîroka hizrî: li vir du têgeh hene, yek dîrok û ya din hizir, ko bêhtir fîlosofê elman Schlegel pê tête naskirinê, ya dibêje, ji her yekîniyekê re gelek dîrok hene, an jî bikêmasî du, yek ya hizirkirinê û yek ya daxistinê ye. Hinek tiștên sereke hene, 1. yekîne û synthese 2. Gelemper “Tevahî“ û synthese 3.Syntheseya hêsanîbîrbûn. 4. Encamdîtin. 5. wateya babetê 6. Struktûr û șaxên wê
  3. Metoda diyardeyayê „Phenomenolojy“: ev têgeh ji zeviyê kar yê felsefê tê. Serkêșên wê Edmund Hussrel û Heiddiger in. Li gor Heiddiger, ji her helbestekê dengekî „ zelal mîna camê, dengekî nazik, xweragir bixwebawer, her weha cihê yarîkirinê kêm e di șînê û bervedêriyê de.“ Martin Heiddiger Sein und Zeit= Dem û bûnewerî.
  4. Metoda Heyînê (Existentiell), ji Gabriel Marcel (1899- 1973), ta bavê rastteqîne ji vê felsefê û metodê re, Martin Heidegger (1889-1976)
  5. Metoda Morpholojî: Wate wanedan û avakirin e.
  6. Metoda civakî, ku ev gelekî giring e ji bo civakê, dîroka wê, antolojî û rewiștên civakê. Di Felsefê û civakê de, K. Marx û di edebiyatê de, Lukaṥ nûnertiya vê metodê dikin.
  7. Metodên serhijmêrî: ev karekterên semantîk yên tekst derdixin, ko bi wan metodên heyî nebawer e, lê ew jî ne tiștek ji bilî metoda strukturalîzim û post-strukturalîzimê ye.
Ev kurteyek ji metodên zanistî ne, ko mirov di șirovekirinê bikar bîne.
Di pêvajoya nivîsîna van șêweyan de, hin bi hin diyar dibe, ka ev helbestvana me dixwaze çi bike? Ew dixwaze helbesta kurdî, șan bi șan di gel helbesta cîhanî ber bi asoyekî din ve, asteyekî din ve bibe?.
Di van yazdehokan de, yên Gewher, bo xwendevanan rêz kirin, li ser bloga xwe ya taybet, ya Facebookê raxistin, dizane ew çi dike û dizane her peyvek, an jî her rêzek ji peyvan yekîniyekê ava dikin, lewra wê xwest bi șêweyê xwe, vî rengî bîne nav toreya kurdî û dîmenên nû bi me bide naskirin û ez bawer im, ka çawa Haiku ji Japonê tevî toreya cîhanî bû, çarin, ji farisan, helbestên zîmbolîzmê ji Ferensa û hbd, wê yazdehok ji kurdî jî têkelî edebiyata cîhanî bibe, eger li ser bête xebitandin û berev pêș ve biçe.
Rast e, wek bingeh ji mîtolojiya bakurê europa hatiye, lê zanîn û zaniyarî mulkên cîhanê ne.
Di Yazdehoka Gewher Fettah ya yekem de, ya ko bala min kișand ev bû. Helbestvanê, ev di nav helbesteke xwe de, bi zîrekî derbas kir û ji ber ez jî yek ji xwendevanê wê me, ez, berev mîtolojiyê ve diçûm.
Di Mîtolojiya de, hin hijmar hene mîna 6, 7 û 12 pîroz in, lê 11 !
Evê hișt, ez li nav kaxez û defterên xwe yên kevin, li nav bîranîn, sawîrên xwe bigerim û berê min bi bakurê Europa ve çû?
Di guhertinên şêwe û şêwazên nivisînê de, nîşanên bi kar tên, bi şêweyekî cuda têne şirovekirin, lewra serederiya di gel vî şêweyî de, pêdivî ye, bi amûrên cuda bin. Çima?
„ Em dibînin,  girêdanên parçeyên yekîneyan, di bêjiyê de, mîna cihê destşuştina regezên rewanbêjiyê ne. Em êdî nema girêdayî wateya peyv û hevokan e. ji ber bingeha deq, xwedan hebûnek abstrakt e û li ser gelek asteyan dikare bête ravekirin.“
بلاغة الخطاب وعلم النص, د. صلاح فضل, منشورات عالم المعرفة, ص.  133
 Di her şêwazekî de, hin regez hene, dikarin li gor deq, xwe biguncênin, lê sê regez, di guherînên berdewam de ne:
  1. Peyv, guherînên dengane.. „Phoném = deng, û Graphéme= xêzên nivîsînê“
  2. guherînên lêkdanan (Syntex)
  3. guherînên Amajebûn „ Semantîk= المتغيرات الدلالية
Eger em berê xwe bidin vê yazdehokê, berê xwe bidin kilîtên bikar anîne:
Tu/ Ez/Awaz/êşa me/ şeva birîndar/Berbang.
Eve bixwe cîhanek ji babet û wêneyan bi xwe ve hildigire.
Her peyvek, dikare bi xwespartinên cuda û li gor xwênerî bête şirovekirin.
Tu,
ez, dem..
Awaza êşa me
xwelîdanka çavên şeva birîndar
berbang.
Li vir helbestvana me, beramberî xwe, xwe û dema tê de wan nîșanan, destnîşan dike.
Di malika sêyem de, babetê destnîşan dike ew jî êş e.
Di malika çaran de, cih destnîşan dike û ew jî Xwelîdanka çavên şevê ye. Cihêkî semiyolojîk e, cihekî metafor e, cihekî di hișmendiya xwêner û civakê de.
Dubare mijarê bi peyveke cuda dubare dike û ew jî Birîndarî ye û di dawî de.
Êș  û birîndarî, ko girêdana wan ya biyolojî heye, lê her wisa rewşeke civakî, siyasî û herêmî jî tîne ziman. Dema ev herdû peyv, herdû têgeh pêk ve tên, wate, derd û kovan giran in.
Derdê kesayetî, komelayetî û welatî. Wate, li vir em li hemberî,
Tu, Ez/ dem, kirdar/rewș, cih/rewș û dem= hêvî ne.
Di ravekirina van çend peyv û peyvokan de, em pêdivî bi regezên mîna sedema naskirina êşê, sedema axaftina bi hişkî TU û Ez, sedema bikaranîna xwelîdankê, wek himbêzkirina tiştên buhurî, yên mirî, û bo çi dubare Berbang, ko destpêka nûbûnekê ye. Bêguman, rawestan li ser van bitenê, dikare bibe pirtûkek. Lê ez dixwazim tenê hindek tiştan raxin û ne şirove bikim. Ji bo ravekirin, analîzekirina wan têgehan, divêt em berê xwe bidin derveyî deq. Dibe em, pêdivî bi nasîna şêweyê jiyan helbestvanê, civak û cihê wê, miletê wê û rewşa siyasî, derûnî, aborî bibin. Bi vî rengî, em ji şêweyê şirovekirina edebî derbasî şiroveyên din bibin û eve jî nekarê me ye û ne jî daxwaza min û ne jî „ez bawer im“ armanca helbestvanê ye. Helbestvan neşiroveker e.
Ji ber şirovekirina wan, pêdivî bi ravekirineke derûnî heye û ew jî naskirin, axaftin, pirs û bersivdan, pê divêt û ev demeke pir dirêj pêdivî ye. Dubare, çunkî eve yên min rêz kirin, alav û amûrên derve ne, dikarin bikevin bin xizmeta şirovekirina deqî de.
Ji ber armanca me, nasîna asteya zimanî û hunerî û ciwanî, ya van deqa ye, lewra tenê destnîşankirina van zîmbol, peyv û dengan, diyar dike, ka çiqasî helbestvana me, serdestî ziman û teknîka avakirina tekstên xwe ye.
Form:
Ji bo destnîșankirina vî têgehî, Form çi ye?
Ew șêweyê nivîs li ser kaxezê belav dibe û qalib xwe çêdike. Lê ev têgehwek têgehekî di dan û stendinê de, pêdiviye bête nûkirin. Wate netenê șêwe û endaz form in, belê ew guherînên ma,irîfî û pêrabûn jî, dikarin bikevin vî çarçeweyî de, çunki ew yekîneyên hundur yên peyvan û têkiliyên wan di gel hev, șirovekirinê berev eqarên nû ve dibin. Wate, form me ji wan yasa û girêdanên di nav axaftinê de rizgar dike û ji dêvla navendek ji xîtab(Discoure) re hebe, dibin gelek navend û ji ber pêșdebirin û pașderbirina peyvekê, lêkdanekê an jî hevokekê asteyê șirovekirinê bihêztir dike û berfertir dike. Em li vir derbasî felsefa Manuel Kant ya bi navê Gestalt dibin, ko bi xwe beșek ji yê derûnasiyê ye û ta radeyekê dikeve bin kartêkirina yariyên dîtinê de, wate bin tiyoriya Estatîk (Ciwankarî). Ji bilî wisa, avakirina șêweyên nû, pêdivî alavên șirovekirinên nûn e û ji ber bikaranîna peyvan û avakirina wan, nema xwe pal dide ser zimanê rojane, êdî ravekirin, dest davêje alavên epsytmolojîk yên nû. Xala diwan, ji hêla zanistî ve, ko „form me jê azad dike, ew e, ko form nebo ciwankariyê ye,“ بلاغة الخطاب وعلم النص, د. صلاح فضل, منشورات عالم المعرفة, ص 134.
belê bo vekirina asoyan li pêșberî tekstî ye.
Peyv
tête hûnan
tîrêjên xeyalên gij
deqê keldûmana dengê biyavên
mûzîkê
Ev yazeh peyvan, rîtmeke azad radestî çavên me dikin. Eve zîrekiyek e ji hêla helbestvanî ve. Tev di nav bizavê de ne. Ev yên vî șêweyî di cihekî de dideynin û endazek guhêrbar pêșkêșî çavên xwendevanan dikin. Ev șêwe xwêner han dide, ko alavên karkirinê û șirovekirina form nû bike, dako bigihe encamên nû di dîmenziyonên ravekirinê de.
„ Di prespektîvên Diachronik de, diyar dibe aya ev helbest, berdewamiya nivis, an jî hin nivîsên berya xwe ne“ Einführung in die Gedichtanalyse= Derwaze bo șirovekirina helbestê. Dieter Burgdorf, ç 2, sal 2002, weșanxaneya J.B. Metzler.
Ev avakirina lêkdanan, dihêle biyavên helbestê fereh bibin, bi kêmtirîn peyv û karekterê ziman bi xwe diguherîne. Wate ziman sinorê têgehiștinê yên heyî dibezîne.
Wêneyên Helbestî:
„Wêneyê hunerî, helbestî, lêkdaneke wijdanî, hizrî ye. Ew nêzîkî cîhana wijdanî û bîrmendiyê ye bêhtir ji nêzîkbûna wê cîhana heyî re.“ الصورة الشعرية في الخطاب البلاغي والنقديز محمد الولي. المركز الثقافي العربي. ص. 166
Du șêweyê wêne bi giștî hene, yek  șênber(5 hest) û yek razber, ko mirov hizir dike. ya yekê derveyî nivîskar e, ya diwem di naxê nivîskarî de ye. Ziman di avakirina wêneyê helbestî de wisa karîger e, ko nekêmtir ji naveroka hizrî û behreyî. Wêne, deq ji zimanê rojane derdixe, barê hizir giran dike, lê naveroka tekst rengîn û hemereng dike.
Spî
ye hebûna
te, wisa sar
sinorê xewnê bi şevê
serxweşkir
Nêrîna ko li wêneyî bête nêrîn, an jî lêkolîna li ser bibe, pirsekê tîne û dideyne ber me:
Ev wêne ji kû hat? çi têkiliya nivîskar û deqe wî bi wêne re heye?
Li vir wêne bi reng destpê dike, Spî. Eger em vegerin vê peyvê wek zîmbol, dê yekser aștî/antî-șer bête hizra me. Wate nivîskar di rewșeke civakî, derûnî, gellerî nearam de ye û ji destpêkê gaziyekê dike, ko ji wê rewșa nearam derkeve. Bi ç șêweyî be dixwaze. Bikeve nav xewn û xeyalan, serxweș bikeve, biçe cihekî sar û șev bi ser de were.
Helbestvan li vir her ji destpêkê ve, berê xwêner dide cîhaneke pêdivî guherînê ye û deqekî vekirî dide me û em li gor têgehiștina xwe ya Epstymolojîk șirove dikin. Spî/Hebûn/Sar/Sinor/Xewn/Şev/Serxweșî, ev hemî dunyayekê ji zîmbola pêș me dikin û me dixin nav tem û mijekê, an jî nav cîheke dagirtî, kêșeyên civakî, niștîmanî, kesayetî derûnî.
Her têgehek ji van dikare bibe mijara lêkolînekê, li gor wan rêbazên me li jor nivîsîn. Xwêner/Rexnegir dikare Significant û Signifikation (   (الدال والمدلولwek du hêlên wêne bibîne û dikare wisa jî di hișmendiya xwe de, wan wêneyan bibe perava asoyên dûr.
„  Di helbestên peypostmoderniteé re, wêne șîfre ya helbestê an jî metafor „  استعارة „ ya absolut, wate mutleq e ko di rastiya civakê de, li ser tête xebitandin“ Wie interpretiere  ich ein Gedicht= Çawa helbestê șirove bikim. ç 5, 2000, Horst Franke, çapxana UTB „Zanko bo zanistê“ r. 80.
 
Ziman:
 
Zimanê van helbestan, netenê zimanekî hilbijartî ye, belê zimanekî gelek wate dide dide, ji ber avakirina wî û raxistina vî zimanê, ji konkrêtiyê derdikeve, biyavên nû bo xwe ava dike, asoyên nû li ber ravekirinê vedike. Ew hêza ko ziman dide naveroka deqî ji çarçoveya ferhengê derdikev. „ Kartêkirina taybet ya helbestê di rêya bikaranîna rengên cuda yê peyvê diyar dibe“ “ Einführung in die Gedichtanalyse= Derwaze bo șirovekirina helbestê. Dieter Burgdorf, ç 2, sal 2002, R, 135. weșanxaneya J.B. Metzler.
Ez..
ev wate
ez helbestê dijîm
tu xwe tê de
dibînî..?
Ev cînav ez, li vir ji destpêkê hêzekê dide deq û û dibe hilgirê Discour/Xîtabek, ji helbestê, ji jiyana bi helbestê mișt û hebûnê ya xwe û ya helbestê dike pirs û radestî xwêner dike, li benda bersivekê jê ye. û jê pirs dike, eger ew jî di wê kelecanê de ye? Ev du carî EZ û Tu, tekst berbi serrakirinê re dibe. Li vir EZ dixwaze DU dilxweș bike, an jî bibêje, min ev helbeste bot e nivîsiye û ez dikarim bi te temam bibim, bi te hêviyên xwe  bibînim û eger tu xwe di helbestê de nebînî, wate ev helbest ne ya min û an jî wek armanca xwe pêk neanîbe.
Ev derketina derveyî peyvînê (Xîtabê), hebûneke din û bunewerên nû diafirînin. Tișta balkêș di van Yazdehokan de ew e, ko di gel wan qalibên heyî, lê helbestvana me bi melevanî ziman tîne qada, afirandinê.
Rengîn
ev belge
li xewnên xwe
berçavka min û te
bakur
Li vir, welat, di hundurê belgeyekê de derdixe û xewnên xwe dike beravk bo pareyekî, ji êșa bakurê welêt, an jî ji êșa dest nagihiyê. Ev bi xwe biyavekê dide xwêner, ko êdî li gor zanîn û atmosfêra tê de, ahengekê ji êșa, ji xewnan, ji ziman, wêneyan, cih, dem, naverok, babet û kelecana hestan deqekî xwe yê hișmendî ava bike.
Li dawiyê, mebest ji vê kurtelêkolînê ev e, ko em bibêjin, șêweyekî helbesta nû dikeve nav edebiyata kurdî de. Berê vî șêweyî li kû ye? wê i guhertin bi ser de bihêt? Aya helbestvana me, bi xwe, wek bûye xwedanê vî șêweyî ji nivîsînê, dê bibe xwedan guherînên bigehîn di van șêwazên helbestan/Yazdehokan de? Bila em bendewar bin û bibîn, ka pașeroj i suprîzan bo me amade dike. Li dawiya dawî dibêjim, bi vî zîrekiyê Gewher hate nav helbestê û di demek kurt de, dikarîbû rêkên nû li ber peyv, lêkdan, hevok, wêne û zimanê taze bișopîne û veke.
Encam:
Armanc jivê kurte-lêkolînê, ew bû, ko bête diyarkirin, zimanê me, edebiyata me û nivîskarên me, dikarin ji çarçewa zimanê çandiniyê derkeve, ji çarçewa qalibên heyî derkevin. eger xwe bi zanînê dewlemend bikin, agah ji bizava edebiyata cîhanî hebin û ev nimûne, belkî ya herî berçav e û bi hêviya ko bibe diyardeyek û handanek bo nivîskarên din û asoyên nû li ber, ziman, tore, rewșenbîriya kurdî vekin. Bi hêvî me, ko ev yazdehok,  guman tê de nîne, ko helbestvan Gewher Fettah ya yekem e, ev șêwaze anie nav toreya me û bi hêviya wê hindê me, ko bi pêș ve biçe.
Hannover, 18.04.2017
تایبه‌ت به‌كولتور مه‌گه‌زین