Paul Celan (/ˈsɛlæn/;[1] German: [ˈtseːlaːn]; 23 November 1920 – c. 20 April 1970) was a Romanian-born German-language poet and translator.

Paul Celan û helbesta Holocaust


Loading

Tengezarê Marînî

Paul Celan û helbesta Holocaust
Werger û amadekirina Tengezarê Marînî

 

 

Destpêk:
Wek ko helbesta Paul Celan ya bi navê Todesfuge = Notên Mirinê hatiye ravekirin, hîn tu helbest bi vê pirrbûnê nehatiye ravekirin. Hemî jî dixwazin bizanibin, ka mebesta Paul Celan di vê helbestê de çi bû? Ji ber ko wî simbolên cihêreng û bi taybetî ji çanda cuhuyan bikar anîne. Eger mirov asoyên Paul Celan nas neke nikare bigihe mebesta wî. Zimanê helbestvan, zimanê wî ye, lê ji tişta wê gavê dibêje, bêhtir e, ji tişta bizane.
EW şiroveyên li dor helbesta Paul Celan hatine, ew bi xwe jî matmayî kir û bo wî jî tiştekî nû bû, ko helbestek dikare wisa xwendinên cuda li xwe bicivîne. Ev peyva „Şîrê reş“, di helbesteke Rose Ausländer, helbestvana elman ya bi regez cuhu, di sala 1939an de hatibû û hinek simbolên din mîna „Kolana gorê, Mar, Meisterê elmanî di mirinê de“, di helbesteke helbestvanê Cuhu yê elman Immanuell Weissglas de, di sala 1944an de hatibû:

 

 

 

Not ên Mirinê.

Şîrê reş yê em wî zû vedixwin, êvarî vedixwin
em nîvroyan, spêdeyan vedixwin û bi şevan
em vedixwin û vedixwin
em gorekê dikolin li derve, li wir cih neteng e
mirovek di xênî de dijî, bi maran re dilîze, dinivîse
ew dinivîse dema tarî li Elmaniya xwe li pora te ya zêrîn dipêçe Margarete
Ew wê dinivîse, li ber dergehî diyar dibe, stêrk diçirisin û ew bo anîna nêrbûnên xwe dikwîtîne
Bo cihûyên xwe dikwîtîne bo derketinê rê berbi kolana gorekê ve dibe
Fermanê dide me em niho bilîzin û semayê bigerînin

Şîrê reş yê beyanî emê te bi şevan vexwin
em ê nîvroyan, spêdeyan te vexwin û bi şevan
em ê vexwin û vexwin
Mêrek di xênî de dijî, bi maran re dilîze, dinivîse
ew dinivîse dema tarî li Elmaniya xwe dihingive pora te ya zêrîn Margarete
Toza pirça te Sulamith (Şulamît) em gorekê dikolin li derve, li wir cih neteng e

Ew bang dike neqrîskek tûj li xakê dide yek ji we distirîne û dilîze
Destê xwe davêje hesinê qarîşa xwe dihejîne çavên wî şîn in
niqirîskên tûj davêje navê rastî hun di nav xwe de dilîzin û semayê dikin

Şîrê reş yê beyanî em te bi şevan vedixwin
em ê nîvroyan, spêdeyan te vexwin û bi şevan
em vexwin û vexwin
Mêrek di xênî de dijî pora te ya zêrîn Margarete
Toza pora te Sulamith ew bi maran dilîze
Ew bang dike şêrîno bi mirinê bilîzin mirin hostayek e ji Elmaniya
Bang dike tariyo kemanê boyax bike di pey re dû hilkişe nava bayî
êdî dê goreke we li nav ewran çêbibe li wir cih neteng e

Şîrê reş yê beyanî em te bi şevan vedixwin
Em te nîvroyan vedixwin Mirin hostayeke ji Elmaniya
Em te êvaran vedixwin û spêdeyan te vedixwin em vedixwin û vedixwin
Mirin hostayeke ji Elmaniya çavê wê şîn e
ew bi qurşînekê li te de ew li rast derbê li te dide
Mêrek di xênî de dijî pora te ya zêrîn Margarete
ew kûçikê xwe li me har dike û gorekê li nav bayî diyarî me dike
Bi maran dilîze û xewnan dibîne mirin hostayekî ji Elmaniya ye

pirça te ya zêrînî Margarete
pora te ya tozînî Sulamith

************

 

 

 

Simbolên helbestê

Dibe hindek ji wan xwişk û birayên, ku elmanîzan û xwe bi toreyê ve mijûl dikin, bibêjin evî bo çi Mirina derbederane beramber Todesfuge daniye û çima ne mirina gelek reng an jî Qelşên mirinê? Ev pirs hemî jî giring û di cihê xwe de ne, ji ber van sedeman:
peyva Die Fuge şêweyekî giring û berbendkirî ye berovajî destnîşankiriyeke esehî. Wate di warê mûzîkê de, dema koral hebe. Bingeha vê peyvê latînî ye û ji peyva Fuga tê, ku wateya wê derbederî û rev e. Di mûzîkê de jî Fugeke xwe ji dengekî çem dike dengekî din û her Fugeke wek ya berî xwe nîne.

 

Nimûne: Fuge Nr. 1 ji ” The Well-Tempered Clavier “, pirtûk 1, ji J. S. Bach

Ji bilî wê jî, ev Peyv Fuge, wek me li jor nivîsî, ku ji latînî hatiye û wateya wê bedederî ye, lewra jî peyva Penaber (ew mirovê li derbederiyê dijî), bi ingilîzî dibêjinê Refuge
Sedema herî giring, eger ku em simbolên, ku Paul Celan di helbesta xwe de bikar anîne“ ku dê li jêr em ê li ser wan binivîsin û şirove bikin“, em dê bibînin ku ev sernav bo vê helbestê bi kurdî cihê xwe digire.

 

Paul Celan ev helbest sala 1947an, li penaberiyê, li Ferensa nivîsî. Bav û diya wî, yên cihû, di hêwirxaneyên naziyan de hatine tunekirin.
şîrê reş: Her di destpêka helbestê de, bi peyva şîrê reş dest pêkiriye.
Çu lêkdanek (Syntax) wek vê lêkdanê di hemî edebiyata cîhanî de, nebûye cihê guftûgo û gengeşiyê, lew ra jî, Paul Celan bi vê helbesta xwe bi nav û deng bû û bû yek ji baştirîn helbestvanên sedsala bîstan.
Ev hevoka mecazî serê gelek rexnegirên cîhanî tevlîhev kir. şîrê reş yê “. Wateya sytaxê, di Duden de (Ferheng), weha hatiye :
“zimanê derbirînê yê helbestvan Paul Celan (1920-1970) bi cîhana xwe ya taybet ji Wêne, reng, motîv û Simbolen (ku ji Simbolîzmê û Surrealîzmê diherrikes) ne bi hêsanî tête têgehîştin. Wêneyê herî balkêş di helbesta Celan de, Mirina derbederane, ew hevoka:

Şîrê reş yê em wî zû vedixwin, êvarî vedixwin
em nîvroyan, spêdeyan te vedixwin û bi şevan
Ev herdû malik, behsê wê sitemkariya nemirovan, şêweyê kuştina bêhempa ya cihiwan li Elmaniya di dema naziya de diyar dike û derdibire. Bêguman ev gazindek û giliheke di eynî demê de. Ev wêneyê peredoksane, yên cuda û di destpêkê de, xwêner li nav hev dixe û wî li ber karek û erkekî zor qurs dadine. Xwêner dike mîna falvekerekî fincanan.

 

 

MAR: Simbolê din yê bi kar aniye, ew jî mar e. Mar li nik her miletekî û di efsaneyên miletan de, wateyên cuda didin. Eve jî weha dike, ku xwendinên cuda û şiroveyên cuda ji helbestê re peyda bibin. Ev simbol di olên kevin de zor. Li nik êzdiyan, mar dergehê lalişa nûranî diparêze. Di hişmendiya Xiristiyanan de, desthilatdariya bitirs û xerab nîşan dide, ji xwe ku di ola felehan û misilmanan de, Mar hiştiye Adem û Evagunehî bikin û xwedê wan ji buhuştê biqewirîne:

3:1 mar, heywanê herî zîrek e, yê ku xwedan ew dayî. Mar ji Eva pirsî: rastî xwedê gotiye: çênabe hun ji vê darê bixwin?
3:2 Jinê gote marî: ji meyweyê vî darî nabe em bixwin;
3:3 bitinê ji meyweyê vê darê, ya di nîva bexçeyî de, xwedê got: nabe hun bixwin û eger hun bixwin hun dê bimirin.
3:4 Mar gote jinê: Na, hun namirin.
3:9 Xwedê bi Adem re axivt û pirsî: ka tu?
3:10 Min li nav bexçe pêj; da geriet ich in Furcht, weil ich na te kir, min xwe veşart ji ber ez ruîs im.
3:11 Kî gote te, xwe ruîs bike û ji wê dara min li te qedex kirî meywe bixwî?
3:12 Adam bersiv da: ew jina te bo min danî bû, ji darê da min û min xwar.
3:13 Xwedê bangkir jinê: te çi kir? Jinê got: mar ez xapandim û min xwar.
3:14 Xwedê gote marî: jiber te ev kar kir, tu dê jiyana xwe hemî, li ser zikê xwe birêve biçî û xwarina te dê ax be.
(1 Mosa 3,1-14)

 

Di dîroka cihuyatiyê de jî, jibilî ku mar xapînok e, belê kerr e jî, daku peyvên xwedê nekevin guhê wî
Jehra wî wek ya marî ye, Wek jehra kerrekor, ku guhên wî girtî.
(Mizamîr 58,3)

Mar di helbestê de, nîşana leşkerên Hitler e SS, ku li derdora hêwirxanê digeriyan û kesên bêguneh dikuştin.

 

 

Margarete: Demê li vir Margarete îna, ew beramber Gretchen ya FAUST a Goethe kir. Wek ku Goethe, Gretchen a xwe derbirîna şêweyek ji şêweyên kemalê îna, belê di eynî demê de, weke tawanbarekê ew li qelem da. Demê por û pirça zer û çavên şîn ya Margarete dibêje, ew dixwaze îdolojiya naziyan diyar bike. Rola Margarete di helbestê de vekiriye ye. Erê ji hêlekê ve nîşana nijadperestiyê ye, lê ji hêla din ve yeke pasîv e û e, nêzîkî rola qurbaniyekê diyar dibe. Di gel wê jî navekî din, Sulamith an jî Şulamît, ku navekî cihuyan e, rola jina dilovan û evîndar werdigire.

 

 

SEMA: Simola din ya Celan di helbestê de bi kar înaye:
Fermanê dide me em niho bilîzin û semayê bigerînin
Paul Celan “ Dans Macabare” semaya bitirs bikar tîn, ji ber buyer û susret gelekî mezin e û „ Hostayê kevin“ ya S.Bach li vir bikar tîne, ji ber li ber wê simfoniya wî cihû dihatin işkencekirin û kuştin. Her ev hevok, kemanjenên sedsala 14 û 15 tîne bîra me, ku li ber wan laşên miriyan yên bûbûn hestî keman dijenîn. Li vir nemirovahî û hovîtiya kujeran li ber çavên xwendevan dideyne û wî di nav saloneke sînemayî hizrî de, dihêle

 

1851 Alfred Rethel: Mirin wek xeniqdar. Cara yekem ku Kolera
li Paris 1831 bû.,.
[ev grafîk ji daneheva Heinrich-Heine-zanîngeha Düsseldorf]
KAMAN: Paul Celan, simbolekî din gelekî giring, ku ew jî dibe kilîlek bo vekirina helbesta wî bikar tîne: Bang dike tariyo kemanê boyax bike di pey re dû hilkişe nava bayî. Dû bi asîman. An jî diçe nav bayî, eve nîşana sotandina cihuyan di firnan û hêwirxanan de ye. Ji xwe di sala 1943an SS gelek mirov bikar anîn bo avakirin rê û avahiyan û di pey re ew sotandin û avêtin gorên bikomel, ku yek ji wan li bajarê Hannover Bergen-Belsen e. Ev sotandin, daku nîşanên işkencê li ser wan winda bikin.
Hindek hevok ji vê helbestê di zimanê elmanî de bûne nimûne û wek peyvên pêşînanan: Der Tod ist ein Meister aus Deutschland= Mirin hostayekî ji Elmaniya ye“.

 

 

 

 

تایبه‌ت به‌ كولتور مه‌گه‌زین – بیروڕاكانی بابه‌ت و ڕێنوس خاڵبه‌ندی تایبه‌ته‌ به‌نوسه‌ر خۆی. كولتور مه‌گه‌زین. ته‌نها دانانی لینكی بابه‌ت ڕێگه‌پێدراوه‌. هه‌موو په‌ره‌گرافێك و پۆستكردنێك بێ دانانی لینك و ناوی نوسه‌ر و گۆڤاره‌كه‌ دژی یاسای كۆپی ڕایته‌ و لێپێچینه‌وه‌ی یاسایی له‌ دوایه‌. ‌