Hesenê Metê; Dîroka Novelê û çend problemên wê

Loading

Novel: bi qasî romanê rê nade nivîskar ku qelpî û zexeliyan bike, cêwî an jî hêwiya romanê ye, di prosayê de kakil e, xwediyê formeke şidiyayî û guvişandî ye, tekstekî întensîv e, dihêle ku xwendevan zûtir û kûrtir têbigêhîje, di prosayê de desthilatiyeke hunerî ye.

Novel

Li gor lêkolîneran, novel peyveke îtalî ye û tê maneya nûçe û nûyînê. Etîmolojiya gotina novelê bi maneya xwe ya îtalî weke nûçe, nûyînê tê zanîn. Ev gotin cara pêşîn di deftera rêdarên keyser Justinianus de peyda bûye. Li wir di wê deftera rêdarê de weke novellae derbas dibe û dibêjin di wê demê de, di binê evî navê novellaeyê de biryarên nû hatine nivîsandin.

پۆرترێتی( بۆكاچێۆ) داهێنه‌ری ڕۆمانننوسی له‌دونیادا Engraved portrait of Giovanni Boccaccio (1313–1375) by Raffaello Sanzio Morghen (1758-1833) after Vincenzo Gozzini and dated 1822
پۆرترێتی( بۆكاچێۆ) داهێنه‌ری ڕۆمانننوسی له‌دونیادا
Engraved portrait of Giovanni Boccaccio (1313–1375) by Raffaello Sanzio Morghen (1758-1833) after Vincenzo Gozzini and dated 1822

Dûre ev terma novelê bi maneya bûyer an jî bûyerên nû di antolojiyên qesrên Italiya kevin de derdikeve pêş. Ew novelên di wan antolojiyan de, weke nûçe û bûyerên nû hatine nivîsandin. Tê gotin ku piraniya van nûçe û bûyerên nû bi zimanekî edebî hatine hûnandin.Il novellino yek ji van antolojiyan e ku li dor salên 1250î derketiye. Yeke din jî bi navê Cento novelle antiche ye ku ew ji li dor salên 1300î derketiye.
Lê di salên 1350î de bi navê Giovannî Boccaccio nivîskarekî îtalî sed novelên kurt bi hunermendî û pîvanên novelên îroyîn bi awayê prosayî dinivîsîne û bi navê Novelên Decameron belav dike. Û herweha ev di tradisyona ewrûpî de dibe cara yekem ku bûyer, çîrok û serpêhatî bi rengê hunereke bilind û edebî têne nivîsandin û di lîteraturê de bi navê novelê ciyê xwe çêdike.

Ew novelên ku îro bi gelek reng, stil û ekolên nû û cuda hemû jî deyndarê evê Decamerona Boccaccio ne an jî em bibêjin novela hunerî ji wir, ji wê demê û ji cenabê Giovannî Boccaccio belav dibe.

Formên novelên wî kurt û mijarên wan têvel in: Metranên xerifî, rahîbeyên doxînsist, mezinên kêmaqil û sed babetên weke van tîpan ji novelên wî re bûne histûn û tîpolojiyên girêdanê… Weke tradisyon di piraniya wan novelan de motifên çîrokên orientalî û fablên dewra navîn hatine hûnandin. Mîna ku em pê dizanin di sedsala yanzdehan de bi awayê prosayî romanên şovalyeyan jî dest pê kiriye. Lê dema ku Boccaccio di demeke humanîzmê de dest bi van novelên xwe dike, di prosayê de bi formeke nû, bi formeke kurt û întensîv dinivîsîne. Ev kurtiya ha ji bo novelê dibe pîvaneke bingehîn û di lîteraturê de bi navê novelê rûdine.

Herweha meriv dibîne ku novel jî bi romana wê demê re weke babetekî prosayê geş û berfereh dibe.
Piştî ekola humanîzmê vê carê jî tevgera ronesansê pêşiyê li hertiştî dikêşe, dûre jî ekolên klasîzm û romantîzmê dide pey. Lê wusa diyar e ku ji humanîzmê û heta ekola realîzmê jî guhertinên welê radîkal di form û hunera novelê de çênebûne. Loma ev forma kurt, ev nav û navaroka novelê heta dema realîzmê jî bêyî serêşî û bêyî sergêjiyekê didome û tê.

Di ekolên realîzm û naturalîzmê de, bi gotineke din, di navîna salên 1800 û 1900î de di warê form û navaroka novelê de ronesanseke hunerî dest pê dike. Novel bi Pûşkîn, Gogol, Maupassant, Çêxov û gelekên mîna wan di lîteraturê de dibe xwediyê ciyekî balkêş û xwe davêje sedsala dawîn.
Li gel van ekolên realîzm û naturalîzmê di vê sedsala dawîn de du ekolên din jî bi reng û kirasên din derdikevin ku jê yek expresyonîzma Kafka, Strindberg û James Joyce e. Ya din jî ew e ku bi vê ekola expresyonîzmê re em dibînin ku bi navê existensîalîzmê şaxekî felsefeyê û ekoleke nivîskariyê derdikeve holê ku di berhemên gelek nivîskaran de reng vedide. Bo nimûne weke pêşengê vê ekolê J.P. Sartre û gelekên mayî.

Her ekol bi serê xwe reaksioyonek e, serhildaneke ekola beriya xwe ye, felsefe û tevgerek e, rewş û haletekî rûhî ye ku li ba xwediyê wan ekolan e. Û bêguman heyîn û derketina her ekolekê jî gaveke nû ye, ji bo geşbûna lîteraturê gaveke ber bi pêş ve ye. Ji ber vê yekê ye ku meriv nikane bibêje novelên kîjan ekolê çêtir, baştir, an jî xweştir in. Û ne tenê ekolên nû, di roja îroyîn de xwendevanên hemû ekolên buhurî jî hene. Li gel van hemû ekolan jî, îro meriv rastî gelek nivîskar û novelên wan tê ku ne tenê ekolek, herweha reng û bêhna çend ekolan jî ji berhemeke wan tên.

Lê di kîjan ekolê de dibe bila bibe, pîvanên novelê ne xweşikiya novelê ye. Bi gotineke din, peyva xweşik peyveke relatîv e, peyveke îzafî ye, ji bo novelê peyveke pûç e, hîsî û bêmane ye. Pirî caran ji bo motîfa novelê tê gotin û dibêjin: noveleke xweş e. Bêguman ev xweşî xweşiyeke hîsî ye, şexsî ye û ji bo wî an jî wê xwendevanê welê ye ku ew dibêje: xweş e. Ev nabe pîvana noveleke serketî. Peyva serketî bêtir li pîvanên novelekê digunce.

Noveleke serketî: ji konflikt, konsentrasyon û klîmaksa xwe pêk tê û ew jî: Dîyalog, monolog, sembol, stîl, ziman, nîgar û hinek tiştên mîna van tiştan e. Ku bi hunereke bilind ev mefhûmên ha li hev werin hûnandin û bi cî û wext bibin, ji bo novelê serketinek e. Eve ye pîvanên novelê. Bi gotineke din, motîf ne girîng e. Ji ber ku pirî caran motîfa noveleke serketî, dikane motîfeke bêmane be jî. Em dizanin ku jîriya hunera nivîskarekî dikane maneyeke gelekî xurt û bilind ji bêmanetiyekê ava bike. Ji xwe huner jî eve ye û serketin jî eve ye.

Çend problemên ku di novelê de hîn jî safî nebûne

Li gel ku di ser nivîsandina forma novelê re nêzîkî 650 sal buhurîne jî, lê ev term û ev forma novelê hîn jî zelal nebûye. Ne di nava lêkolînerên lîteraturê de, ne di nava zimanên navnetewî de û ne jî di nava

 حه‌سه‌ن مه‌تی Hesenê Metê نوسه‌ر و لێكۆڵه‌ر له‌بواری لیتراتور
حه‌سه‌ن مه‌تی Hesenê Metê نوسه‌ر و لێكۆڵه‌ر له‌بواری لیتراتور

nivîskaran de. Gotin û dîtinên li ser novelê safî nebûne. Ez ê li vir çend xalên bingehîn destnîşan bikim:

a- Ji aliyê formê ve (kurtî û dirêjayî): Piştî ekola humanîzmê û novelên Boccaccio heta demekê jî ew kesên ku evê babeta prosayê bi navê novelê dinavînin, wekî pîvan kurtbûyîna wê didin ber çavan û heta derekê jî li ser vê yekê zelal dibin û hemfikir in. Novel bi vê forma xwe heta sedsalên 18 û 19an jî diherike û bêyî sergêjî, bêyî serêşî tê. Lê jê û pê ve novel deforme dibe. A wê çaxê serê gelek lêkolîner û zimanzanên lîteraturê tevlihev dibe û pirî caran nivîskarê novelê bi xwe jî nema ji nav derdikeve. Bi gotineke din, ew pîvana tradisyonel ku digot di novelê de karakterê herî bingehîn kurtbûyîn e, ji navînê radibe.

Ji ber ku li dor salên 1830î bi navê novelê berhemên 138, 226 û 600 rûpelîn derketine. Û di van demên nû de jî, demên ku êdî em jî pê dizanin bi navê Duelloyê noveleke Çêxov 170 rûpel e, novela wî ya bi navê Beyarê 121 rûpel e, Stocholma Bavê Nazê 122 rûpel e.
Ev nimûneyên weha jî didin diyarkirin ku ji bo novelê kurtbûyîn êdî ne karakterekî bingehîn e, an jî ev pîvana forma kurtbûyînê sergêjiyekê çêdike. Ji bo ku ji vê sergêjiyê bifilitin, hinek rabûne li ser pîvana kurtî û dirêjayiya novelê pêşniyar jî kirine. Weke nimûne: di nava nivîskarên almanan de hinekan gotine: Ew prosayên ku di hunera edebî de heta 50 hezar pîtan dirêj bin, em wan bi navê novelê binavînin. Lê ku ji 50 hezar herfan zêde be, bi îxtimaleke mezin ew ê bibe roman. Lê ez bi xwe van pîvanên mekanîk têr nabînim û loma li ser vê yekê nasekinim.

b- Ji aliyê cî û wextê ve: Îro di hunera nivîsandina prosayê de cî û wext jî alîkariyê nake ku meriv berhemeke hunerî bi navê novel an jî romanê binavîne. Ku em bibêjin: novel, motîf an jî fîgurekî xwe di cî û wexteke teng û kurt de dihûne, em ê nikanibin ji çewtiyeke mezin derkevin. Lewra novelên ku bi wexteke panzdeh salan hatine hûnandin jî hene. Weke nimûne: novela bi navê Peyman ji Anton Çêxov di panzeh salan de diqewime. Novelên bi deşt û çiya, novelên bi gund û bajaran hene. Ji aliyê din ve romanên bêwext, romanên tenê di nava nivînan de an jî li ber mirinê hatine nivîsîn û van romanan ne cî û ne jî wext girtine. Herweha ev pirsa novel û romanê bi cî û wexteke diyarkirî jî safî nabe.

c- Ji aliyê struktur û avabûnê ve: Ji aliyê struktura xwe ve novel ji konflikt, koncentration, klimaksa prosayê pêk tê. Bi gotineke din: Novelîstekî serketî nakokiya bûyerekê (konflik) digire (carina ji destpêkê, carina ji nêvî û carina jî em bibêjin ji kuderê pêwîst bike) tevayiyê bal û zelalê wê bûyerê dicivîne ser hev, diguvêşe ser hev (koncentration) û ber bi qest û mebesta xwe bilind dike (klimaks) û ji wir bi harmoniyeke pêwîst weke sembolekê ber bi dawiya novelê dadixe.
Motîf, dîalog, monolog, sembol, fakta û fîktion, fîgur, bûyer, cî, wext, ziman, nîgar û ew hemû tiştên ku ji bo novelekê pêwîst bikin, divê di teşt û çarçoveyeke weha de nerm bibin, bibine weke hevîr û dûre mîna peykerekî were çêkirin.
Di hûnandineke weha de pirî caran gelek tiştên li kêlekan, li hawurdorê bûyer an jî lehengê novelekê vala û veşarî dimînin û divê bimîne jî. Ji ber ku novel bi xwe formeke guvişandî ye, zelal û kakilê bûyerekê ye, bi desthilatiyeke hunerî daxwaza dayîna mebestekê ye. Gotin û vegotinên zêde, zimandirêjiyeke wusa ye ku di novelê de kubarî û xisûsiyeta wê nahêle. Fîgur, motîf û mijarên nepêwîst ji bo novelê paç û pîneyên serêşê ne. Li ser valahî, veşarî, pêwîstî û nepêwîstiya van tiştan Guy de Maupassant weha dibêje: «Dema ku hunermendek portreyekî me çêdike, îskeletê me nîşan nade.»

Û di vî warî de Anton Çêxov jî nimûneyeke weha dide û dibêje: «Dema ku meriv bixwaze ji latekî mermer rûyekî çêke, meriv ê wan hemû aliyên ku êdî nabin rû tiraş bike û bavêje.»
Ku ez têgêhîştina xwe ya ji bo novelê bibêjim: ji bo ku meriv li jineke bedew binere, pêwîst nake meriv tevayiya laşê xwe çerx bike, berê xwe bide wê û bibîne. Têr dike ku meriv di ser milê xwe re jî lê binere û bedewiya ewê jinê bibîne. Bi gotineke din tiştê ku bedewiya wê jinê bibîne, çav in, ne tevayiya laş e ku em xwe çerx bikin. Lê ev pîvanên weha di roja îroyîn de ne tenê di novelê de, herweha di romanê de û nemaze di romanên kurt de jî baştir diyar dibin. Û di warê hûnandina avakirinê de jî herwekî ku meriv dibîne, cudayiyeke berbiçav di navbera noveleke dirêj û romanekê de ne diyar e.
Bi kurtebirî û bi qasî ku ez bi ser ve bûme, wext, cî, form (weke kurt û dirêjayiya xwe), struktur û heta derekê ez dikanim bibêjim nîgara (teswîra) prosayekê jî ne pîvanên zelal in ku meriv bi navê novel an jî romanê bi nav bikin.

d- Ji aliyê nav û zimanî ve: Ji bo ku vê tevliheviyê piçekî zelal bikin, hinek zimanzanan li gor zimanên xwe hinek peyvên nû peyda kirine, lê dîsa jî ev dudiliya li ser nav û navaroka novelê bi tevayî çareser nebûye. Novela ku me bahsa wê kir, ji bo ingilîzan short story ye an jî taleyê bi kar tînin. Ji bo ku cudayiyekê têxin navbera kurtbûn û dirêjayiya prosayê navê noveletteyê jî bi kar tînin. Û evê peyva novela ku em pê dizanin û anuha bahs dikin, ew bi maneya romanê bi kar tînin.
Herweha di fransî de jî ji bo novelê sê peyvikên cuda bi kar tînin: nouvelle, ji bilî viya récit û conte bi kar tînin. Di swêdî de: novell, historia, berättelse, skiss heye. Di zimanê almanî de peyva kurzgeschichte û ärsellung bi kar tînin ku mîna kısa û uzun öyküya di tirkî de heye.

Wek gotinên dawîn dixwazim bibêjim ku nivîskarê swêdî Ivar Lo Johansson li ser novelê bi me dide zanîn ku: ”Novel, weke maneya xwe ya îtalî nûçeyeke nû ye, ewqas nû ye ku pêwîstî bi lêkolîna vê nûçeyê heye.”
Li gor dîtinên hinekên mayî jî: di lîteratura paşerojê de geşbûneke bêtir ê vê tevliheviya novelê ji hev safî bike. Û ez… ez jî hêvî dikim welê be û welê bibe.

Herwekî ku diyar e gelek tişt li ser vî babetê prosayê, li ser novelê hatiye gotin. Ez naxwazim, nawêrim û min dil nîne ku ez jî tiştekî li van tiştan zêde bikim. Lê ez vê gotara xwe tenê bi pêşniyarekê, pêşniyareke ji bo zimanê kurdî berhev dikim û dibêjim: Ev tevliheviya norm û karakterê novelê bêguman ji bo me jî problemek e. Di warê gotina zimên de ev problem ji bo kurdî gelekî mezintir e. Meziniya vê poblemê jê yek ew e ku: Em pirî caran peyva çîrok bi kar tînin ku ev peyv ne bersiveke van peyvên xelkê ne jî. Çîroka me masala tirkî ye, sagaya swêdî ye, fairy taleya îngilîzî ye. Bi gotineke din, bûyer û lehengê çîroka me berhemeke kolektîf, berhemeke anonîmîtetê ye. Lê novela ku em anuha bahs dikin tiştekî din e. Loma jî bi gumana min ev peyva çîroka ku em bi kar tînin bersiva novelê nade. Ez dizanim gelek kes peyva serpêhatî jî bi kar tînin. Lê ez nawêrim vê peyvê jî bi kar bînim. Bi baweriya min heta zimanzanên me di warê ziman de bi ser nekevin, ji bo evê babeta prosayê weke bersiveke rastir û têrtir peyveke nû nebînin, divê em jî novelê bi kar bînin. Bi kêmanî ez wusa dizanim.

Hesenê Metê

Not: Ev nivîs cara pêşîn ji bo koferanseke edebî di sala 1995an de li ”Biskopsarnö”ya Swêdê hatibû pêşkêşkirin.

تایبه‌ت به‌ كولتور مه‌گه‌زین ڕێنوس و خاڵبه‌ندی تایبه‌ته‌ به‌نوسه‌ر خۆی - مافی بڵاوكردنه‌وه‌ بۆ نوسه‌ر و كولتور مه‌گه‌زین پارێزراوه‌
Taybet be kultur megezîn Rênus û xallbendî taybete benuser xoy – mafî bllawkirdnewe bo nuser û kultur megezîn parêzrawe

 

kultur megezîn :  Gîwvanî bukaçyo (1313 1375), be nusînî berhemî (dêkamêrone) nwêgerî le bwarî gêrranewey çîrokda kirduwe û janrî novêlay dahênawe. (Dêkamêrone) le sed beserhatî cyawaz pêkhatuwe, be grêdan û bllawkirdneweyan le bergêkda peywestikrawn beyekewe. Em şakare wek novêlayekî nawaze û çend beserhatî, be komelle çîrok nawbrawe û neçuwete xaney romanewe.

گیوڤانی بوکاچیۆ (١٣١٣ــ ١٣٧٥)، بە نوسینی بەرهەمی (دێکامێرۆنە) نوێگەری لە بواری گێڕانەوەی چیرۆکدا کردووە و ژانری نۆڤێلای داهێناوە. دێکامێرۆنە لە سەد بەسەرهاتی جیاواز پێکهاتووە، بە گرێدان و بڵاوکردنەوەیان لە بەرگێکدا پەیوەستکراون بەیەکەوە. ئەم شاکارە وەک نۆڤێلایەکی ناوازە و چەند بەسەرهاتی، بە کۆمەڵە چیرۆک ناوبراوە و نەچووەتە خانەی ڕۆمانەوە.