Helbestvana Elman Else Lasker- Schüller – Êlzê Lasker- Şûiler

Loading

tengeezaree
Tengezarê Marînî

Di 11. Sibatê sala 1869, li Wuppertal/Elberfeld ji dayîk bû. Ew, di nav 6 xwişk û birayan de ya biçûk bû. Diya wê Jeanette Kissing helbestvan bû û bû navenda babetên helbestên wê. Bavê wê Aaron Schüller, cihû bû, karmendê Bankekê bû û endaziyarê arşîtakt bû (Mi,imar). Ji zîrekiya wê, hîn 4 salî dikarî bû, bixwêne û binivîse. Di 13 saliya wê de, birayê wê Paul, yê gelekî jê hez dikir mir. Else xwendina xwe bi dawî neanî. Di sala 1912an de, werçerxanek di jiyana wê de çêbû, dema helbestvanê elman yê bi navûdeng Gottfried Benn (1886-1956) naskir. Else hez jê kir, lê wî nedixwest bi berdewamî di gel be.. Ta dawiyê ma, ew mirovê pêbawer, lê her wisa jî, têkiliyên wê yên baş bi torevanên elman yên wê serdemê re çêbûn, mîna Wieland Herzfelde, Georg Grosz, Oskar Kokoschka, Franz Marc, René Schikele û Karl Kraus.
Dema Adolf Hitler bû desthilatdar, Else reviya Siwêsra. di 14.07.1938an de, ji hemwelatiya elmanî hate derxistin. Li Siwêsra jî jiyana wê di metirsiyê de bû. Di sala 1939an de, li heyva Nîsanê ew dever jî hêla û barkir. Di 70 saliya xwe de, berê xwe da Israel (Felestîn bû wê demê). Di 22.sibat.1945an, wek jineke belengaz, bitinê li Urşelîmê serê xwe danî û bi axa sar ve hate spartin.
Di dawiyê da, helbestvan Else, yek ji naziktirîn helbestvanên elmanînivîs e, ku zimanê wê hevguncînek di navbera giyanê rojhilat û rojava de durust kiribû, her wisa jî, di navbera jiyana xwe ya normal û ya helbestî de. Ew bi hestên xwe dijî û bi hestên xwe serederî dikir.

Awira min

Divim herdem
li te binerim.
awira min dûrtir ji bînahiyê diçe
dûr diçe pêşiya asîman
bêhtir ji her demê
Tu! wî sist bike bi bêrîkirina xwe
ji hilata rojê re sist bike
dê ew bo min bibe tîpên Herogilîfî.

Mein Blick
Ich soll Dich anseh’n,
Immerzu.
Aber mein Blick irrt über alles Sehen weit,
Floh himmelweit, ferner als die Ewigkeit.
Du! locke ihn mit Deiner Sehnsucht Sonnenschein, –
Er wird mir selbst ein Hieroglyph geworden sein.

Morituri

Te straneke tarî bi xwîna min nivîsî
ji wê demê ve giyanê min bi feleca xweşiyê ye.
Te ez ji nav gulên buhuştê qewitandinim?
mecbûr bûm wan berdim, hemiyan, yê ji min hez dikirin
weke derbederekî şînî pey min dikeve.

Û di şevan de, dema gul distirên,
dibe ewte-ewta bêdengiya mirinê- ez nizanim çi-
ez dixwazim dilê xwe yê diazire ji te re bînim,
wan gumanên cirnexweş , bi arîşeyên min dorpêç bikî
ew yên hemî nexweşî û kîn!

Morituri

Du hast ein dunkles Lied mit meinem Blut geschrieben,
Seitdem ist meine Seele jubellahm.
Du hast mich aus dem Rosenparadies vertrieben,
Ich musst sie lassen, Alle, die mich lieben.
Gleich einem Vagabund jagt mich der Gram.

Und in den Nächten, wenn die Rosen singen,
Dann brütet still der Tod – ich weiss nicht was –
Ich möchte Dir mein wehes Herze bringen,
Den bangen Zweifel und mein müh’sam Ringen
Und alles Kranke und den Hass!

Awaz

çavên te di nav çavên min de ne
û qet jiyana min wisa, di demên çeteyane de,
wisa kûr beramber te nebûne
wisa kûr dest di ber xwe re berdayî.

Di bin xewnên te yê sîberî de
binefşên dilê min, bayê êvaran vedixwin,
û ez rengrengo di nav baxê gulan re diçim û têm
bêdengiya tenêtiya te.

Melodie

Deine Augen legen sich in meine Augen
Und nie war mein Leben so in Banden,
Nie hat es so tief in Dir gestanden
Es so wehrlos tief.

Und unter Deinen schattigen Träumen
Trinkt mein Anemonenherz den Wind zur Nachtzeit,
Und ich wandle blühend durch die Gärten
Deiner stillen Einsamkeit

Xewn

Xewê ez bo baxê te direvandim,
di xewna te de- şev bi ewrên tarî birîndar bibû-
çawa xaka zuha li bibîkên çavên te dîq dikir,
û awirên te hişk bûn.

Di navbera me de deştek ji bêdengiyê
kûr û serbijêr hebû…
bêrîkirina min xwe dispart,
maçek ji devê te, xetên lêvên te yên spî.

ahynhmv3ljtmzmhmrpgd6ukto1_r1_540
Else Lasker

Traum

Der Schlaf entführte mich in Deine Gärten,
In Deinen Traum – die Nacht war wolkenschwarz umwunden –
Wie düstere Erden starrten Deine Augenrunden,
Und Deine Blicke waren Härten.

Und zwischen uns lag eine weite, steife,
Tonlose Ebene . . .
Und meine Sehnsucht hingegebene,
Küßt Deinen Mund, die blassen Lippenstreife.

Ji dûr ve

Dilê te mîna şevê rohnî ye,
ez dikarim bibînim
-tu hizra min dikî- stêr radiwestin.

Û weke hîvê ji zêrê bedena te
bilez bi wir ve
ji dûr ve diyar e.

Von weit

Dein Herz ist wie die Nacht so hell,
Ich kann es sehn
– Du denkst an mich – es bleiben alle Sterne stehn.

Und wie der Mond von Gold dein Leib
Dahin so schnell
Von weit er scheint.

Eros

Erê, min bêsinor jê hez dikir!
serî datanî ber piyê wî
û gazindên bêrîkirina xwe
ji Eros dikir.
erê, min bibêhişî jê hez kiribû
mîna şeveke havînê
serê xwe diçemînim
xwîna tarî li ser goşa wî
û zendên min li dora wî pêçayî
qet xwîna min ji şewatê nenepixî bû,
jiyana min destên xwe dan,
û ez ji êşa berbangê derxitim.
Û hetavan stranên agir digotin
û parçeyên gewdê min
di gel haresosinên te
xwe diguncandin.

Eros

O, ich liebte ihn endlos!
Lag vor seinen Knie’n
Und klagte Eros
Meine Sehnsucht.
O, ich liebte ihn fassungslos.
Wie eine Sommernacht
Sank mein Kopf
Blutschwarz auf seinen Schoss
Und meine Arme umloderten ihn.
Nie schürte sich so mein Blut zu Bränden,
Gab mein Leben hin seinen Händen,
Und er hob mich aus schwerem Dämmerweh.
Und alle Sonnen sangen Feuerlieder
Und meine Glieder
Glichen
Irrgewordenen Lilien.

Xwedayê evîn li nik yewnaniyan” Greek

Berhevkirin û wergêran: Tengezarê Marînî

تایبه‌ت به‌كولتور مه‌گه‌زین ڕێنوس و خاڵبه‌ندی تایبه‌ته‌ به‌نوسه‌ر خۆی
تایبه‌ت به‌كولتور مه‌گه‌زین
ڕێنوس و خاڵبه‌ندی تایبه‌ته‌ به‌نوسه‌ر خۆی