?Shalaw ABdulla Musatfa; Navê min çiye

Loading

Navê min hezar navin

ئیدوارد مونخ ؛ تابلۆی قیژه‌ 1893The Scream ؛ پاستێل له‌سه‌ر ته‌خته‌ .
1893

Her yek jî awaza xwe disire
Lê ez bê navim
Ez hê jî navê xwe nas nakim
Navê min dinav navan de wendaye
Wek dumana cixarê
Hertim li vire, ne jî li vire
Ez şopa zimanekî dikim
Zimanek, tê de tama navê xwe bikim
Zimanek, xwe têde zelal bikim.
Çiqas derenge…

***
Diya min navek da min
Lê ew min naz nake
Her roj navek tê ser zimanê wê
Lê navê min nakeve ser zimanan
Tiştek nebe çawa tê behs kirin?
Çiqas derenge…

***
Li agir dinêrim
Hertişt dişewite
Nav çiye? Nav
Xwedê jî ji sotînê direve
Agir jî çiye? Agir
Tu dikarî her şewitînek bi agir nav‌dar bikî?
Hinek ji ber sarîya zivistanê
Hinek ji ber ronî kirina taritiyê
Hinek ji ber xweşîyeka bê hemta
Hinek jî ji bo sojîna mîrovan
Hinek jî ji ber…
Tu dikarî bi hemya re bibêjî agir?

***
Agirê daran
Agirê kaxezan
Agirê…
Tu dikarî bi hemya re bibêjî agir?

***

Ez ditirsim
Ji nefrîna navan ditirsim
Ji şûna navan ditirsim
Kê/î got navê min Şallaw e
Çi di hizra dê û bavê min de hebû?
Ez nema dizanim
Çawa bizanibim
Ji ber çi bizanim?
Çiqas derenge…

***
Dixwazim jiyana xwe
Bê hebûna navan bidomînim
Bila şopên me nemînin
Lê hey wax
Çiqas derenge.

***
Nikarim ligel navê xwe rind bim
Nav direvin yan rastî?
Kî/ê dizane?
Naveke te heye
Lê tu navê xweyî?
Ji bo min zanîna wan tiştan vala ye
Çiqas derenge

***
Navek li ser pênasa min nivîsîne
Lê navê têde ne yê mine
Çiqas derenge…

***
Vaye gazî min dikin
Gaz dikin: Şallaw
Ez bi du de diçim

Çiqas derenge