Tu: yekîtiya mey û peyaleyê yî
Ez: wekheviyek im di nav şev û gûmanê de,
Lê!
« Mey » ne tu yî
Ne jî «şev», pênaseyeke nîvco ye ji min re
Ew herdu:
Çûnûhatineke demkî
Li dîwarên nav «hest» û «nest» de
Jixweveqetiyaneke dûbare ye
Em herdu:
Demê em dîl li bazimê rastiyê de
(wate berî ku mey serweriya şevê bike)
- Du cemserên hevdij
- Wateya dûrî bi nehatinê ve girêdayî
Eger em xwe ji rastiyê de bînin
(dema hêza rakêşana meyê duhindey dûriya navbera sînoran bibe)
Dikarim bêjim:
zêwiya te bi kerasê hizrên min digirê û dibe mêrgên behareke lêvken. efsaneyê li min dike û difirîne gelî û baniyên li hembêza sedîm û rengê spî yê befir ûewran de. Min dibe û dibe…! Heta aso bi her rengê xwe ve ji ber min de dikeve.
Piştî qonaxeke ji serxweşiyê:
Dibe yekemîn car,
ku saloxdanên dêmê te
dikevine ber nêrîneke sar, gerim, kûr, aram û bêlivîn de.
Dibe yekemîn car,
parçeyên min ên belav û jihevketî
li vê valahiya bê şirove û pîvan de,
li rexeke ji hembêza te de dicivin,
Û dibim xwedî hebûneke serbixwe ji « wendabûnê»
Wisa!
Her pêkek hembêza te kûrtir dike;
Zêdetir derbasî te dibim
Di navbera du pêkan de
Dûmana cigareyekê
rengê tarîtiyê,
ruxsarên sîha min û ya şûşeya wêskî –
ku bi dîwar ve çû yî; ji ber min diqewirînê.
Heta dûrtir nêzîkî te dibim.
“bixwehatin”
Sewgera sibê ye,
Nîv gere demijmêrê, û çar cixare jî
bi ser valabûna şûşeya BJ re buhirîn
Hêdî-hêdî,
weke stêrikan ji esmanê xeyalê derdikevî,
weke xewneke bê giringî
li bîranînên peyaleyê de û şewitîna titûnê de diçikî.
Ez bi tinê:
Xwînber di laşê min de dikelin
Hest bi lerizîna bask, dest û lêvên xwe dikim.
Li wêneya te da
xwe
Vî welatî –ez ne yî lê
Dibezînim
Poşman digirîm
Bi pêşê kerasê bendemayînê digirim
Diqîrim:
Sar e, min sar e
Zû ye, neçe
Sare, min, sar e….. ez jî diçim
Bi xatira te, min, her peyveke ji mirinê re dibêjin