Ava ŞîN; Du parçe helbest

Loading

(1)

Li wir

شاعیر و نوسەر ئاڤا شین
شاعیر و نوسەر ئاڤا شین

“EZ”ek di gavên te te de veşartî me.
Tu min zigmak dilengî.
Li aliyê dilê lawazê te de ku
Ax jî “min,min,min,min” xwe diqute,
Çar …car…an…dilê…min
Birrîn.

Her carê jî çar caran dengê wî parve kirin.
Tu çi dixwazî?
Dixwazî 4×4…
16×bêdawî û min jî + xwe
Di neynûkek a ku bi kevirek xwemalî
Herişî…herişî…herişî….herişîn…herişîn
Hûr,hûr,hûr + kes ê ku zimanê min
Bi deyn da dizan
Da dîsa li pencereya bêxewiya te de
Xewnên min werin ber talanan,
Û bi peyveke qelişî vê girêyê wesa bixemilînî ku:
Wate ya genî ya goşeya bêhendeseya welatê min
Were şirovekirin!?

Bi rengek ê tijì remzên bedew!?
Delalê
Ka destê xwe
Danê nava tilên min ên birrî – birrî de
Da dersa duh bînim bîra te:
Li vir “HEZ” hê di kayê de
Xwarina ke…ran…e!
Te ji bîr kir!?

 دڵشاد كوێستانی ؛ شین
دڵشاد كوێستانی ؛ شین

(2)

Çi bistrim
Ca sal bi awaz ên spî
Di dilê min de biharek hêvîdar be!!!!????
Bajerek tijì tu û ez û hez
Di evînek a xapînok de difetise!
Bajarek di xwe de ava dibe…goristan…
Di min de
Kolanan ên nifiran sor…sor…sor
Êvaran ava dikin…ber be şev
Ax xxxx…bes e
Navê kolanan nedanên:
“NEZANΔ….
Ew ne şehîd e looo.
Bi hestên min nekenin
….sêdarê jî navek pîroz e…
Hitlêr hê maye gelo?
Min agadar bikin….
Çiya çolistan in!?
Kevir xiniz in?
Li ser destên min
Nizanim ew kîjan cendek e!?
Tu yî!!!!!!!?????
Haaaa ez ê te jî li goristana han veşêrim
Goristanek tijî azadî…..!
Xanim
Te çima heviyên min di hewesên vala de wenda kirin!?