Windabûn

Loading

14182390_599841403523885_1114229405_n
Sekar Kamil

-1-

 Vê şevê

Kolanên welatê rojê

Miştî mirine Ax û xûn kevalekin ji (ba) yî

(Ew (ba

firreke ji dozexeke ebedî

Her ji ezel de, ruh

pênasek bû ji erdhejeka sermedî

Vê şevê Zemîn

Ji kelexên derizî pirrbûye

Şev dakefte semayeke lerzok

Goristan pirrbûn

Ji windabûnê

Li qapiya bajar

Leşê şevê kelaştin

!Henaseya (ba)yî çik ma

Û hêvî ber bi kinarê

Mirneke sermedî ketin meşê

Erê ketin meşa windabûnê

 Vê şevê

,Wellatek ji qîjî-yan

Sinûrek ji gorrên bi kom

 Û

Parzemînek

Ji bêhna mirnê, Afirîn

Qîjiyên zarokan

 Zemîn şeq kir û

!Gerdûn li XAÇ dan

-2-

Vê şevê

Leşê gerdûnê pirtikandin

Zarokan li ser kifnê wê

çiyayên asê dirrandin

Vê şevê

Lehî

Di henasa (ba)yî re çû xwar

Pêlên wê

!Di gerdena gerdûnê da Fetisîn

Bêhna kelexan

Zemîn erdnîgarkir û

her çipkek

Ji hêstirên zarokan

Hezar parzemîn serjêkirin

 Erê serjêkirin

“Sekarê aware ‘2016’ şarya”

Helbestvan: Sekar Kamil

تایبه‌ت به‌ كولتور مه‌گه‌زین ڕێنوس و خاڵبه‌ندی تایبه‌ته‌ به‌نوسه‌ر خۆی - مافی بڵاوكردنه‌وه‌ بۆ نوسه‌ر و كولتور مه‌گه‌زین پارێزراوه‌
تایبه‌ت به‌ كولتور مه‌گه‌زین
ڕێنوس و خاڵبه‌ندی تایبه‌ته‌ به‌نوسه‌ر خۆی – مافی بڵاوكردنه‌وه‌ بۆ نوسه‌ر و كولتور مه‌گه‌زین پارێزراوه‌